Fotografê manşetê: MA
Aktîvîstên ekolojîye yên Tirkiyeyê li Amedê kom bûn. Di panelê de pirsgirêk û çareseriyên ekolojiyê nîqaş kirin.
Panel bi pêşengiya Komeleya Ekolojîyê ya Amedê û Şaxê Amedê yê Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB) li Hemama Devayê ya navçeya Sûrê di bin navê “Têkoşîna li dijî tunekirinê û rêyên jinûve avakirinê” pêk hat.
Li dîwarên Hemamê pankart hatibûn daliqandin ku li ser wan bi kurdî “Têkoşîna civaka ekolojîk têkoşîna kesî ye”, “Li dijî faşîzmê em bibin daristan”, “Xweza çavkaniya jiyanê ye, biparêze!” hatibûn nivîsîn û hinên jî tirkî hebûn. Sazîyên Komeleya Ekolojîyê ya Mêrdînê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Umut-Senê ya Îzmirê, Komeleya Artvînê ya Keskparêzan, Komeleya Mûnzûrê, Platforma Parastina Hewselê, Tevgera Ekolojîyê ya Mezopotamyayê tev li panelê bûn.
Axaftvanan qala xebatên xwe yên ekolojiyê kirin û pirsgirêkên ku derdikevin pêşberî wan kirin. Nûner û rayedarên saziyan bal kişandin ser rewşa li Dêrsim, Hêskif, Botan, Bexçeyên Hewselê û li cihên din derketiye holê û polîtîkayên tunekirina hawirdor û jîngehê.
Axaftvanan bal kişandin ser wan tiştan û gotin ku “Dewlet xwezayê qir dike û hewceye ku ev qirkirin ji aliyê Dadgehê ve sûc bê qebûlkirin û sînorê xwezayê tune ye. Li Kurdistanê jî û li Tirkiyeyê ji xweza tê talankirin lê li Kurdistanê her tim di pişt perdeyê de hişmendîyeke siyasî heye. Hewceye ku li hemberî polîtîkayên talankirinê têbikoşin û her tim di nava lêgerînê de bin.” (SY/FD)
*Stajyera bianet kurdiyê Semra Yansîtê ev nûçe ji Amedê amade kiriye