Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Qonaxa destpêkê a Akademîya Mafên Zarokan ya ku Komeleya Hêvîyên Rengîn(Rengarenk Umutlar Derneği) pêkaniye, wê destpêbike.
Atolye, wê 15 rojan bidome û di navbera rojên 1ê Çiriya Paşiyê – 28ê Adara 2021 dê pêk were. Bi giştî naveroka 10 atolyeyên cûda wê bê plankirin.
Têkildarî atolyeyên ku bi piştevaniya Protect Defendersê pêktê Alper Şahîn, Koordînatorê Akademiyê ya Komeleya Hêviyên Rengîn weha gotiye:
Di qadên mafên zarokan de valahîyên mezin hene
“Şerên çekdarî yên ku di sala 2015an de li Amedê destpêkir û di sala 2016an de bi pêkanîna biryarnameyên di hikmê qanûnan de gelek rêxistinên ku têkildarî mafên zarokan kar dikirin, hatin girtin. Vê rewşê di qadên mafên zarokan de valahiyek mezin çêkir. Belê, di heman demê de rêxistinên nû jî avabûn. Lewra derbarê mafên zarokan de karen ku bê kirin zêdebûye”
“Şerên çekdarî bi dawî hatibe jî li piştî xwe di jîyana zarokan de gelek tiştên mirov li dijî têbikoşe ku tiştên weke travma, hejarî, bêkarî, bi cîh hîştina dibistanê û bêcezayî hîştine. Li Amedê derbarê mafên zarokan de ji bo pêkanîna zimanekî hevpar û jiyaneke hevpar, qadên nîqaşan yên ku li benda bihêzkirinê ne hene.
Hûn dikarin ji bo zanyarîyên zêdetir û serlêdana atolyeyan vir bitikîne(AÖ/AY)