Akademîya tîma fitbolê ya fransizî, Paris Saint Germain (PSG), li Amedê berî du salan ava bûye. Rêveberîya wê ji ber sedemên cuda nekarîye karê xwe bibin serî. Îsal rêveberîya wê hatîye guherîn ku Yavuz Akkuzu bûye berpirsê akademîya PSGyê yê Amedê.
Akademî zarokên dixwazin bi karê fitbolê re mijûl bibin, perwerde dike. Ev perwerde jî bi metoda PSGyê tê dayîn. Bi vê perwerdeyê hewl didin ku bikarin zarok li klubên Ewropayê bilîzin.
Engîn Olmez li ser navê Botan Timesê bi berpirsê akademîya PSGyê yê Amedê Yavuz Akkuzuyî re axivî. Akkûzû bal kişandi li ser giringîya metoda perwerdeya futbolê ku li Tirkîyeyê ne gelek baş e. Akkuzuyî beyan kir ku li Tirkîyeyê metoda futbolê rûneniştîye û ew ji ber vê yekê dixwazin metoda perwerdeya PSGyê bidin zarokan. Wî got ku li Ewropayê yek ji metoda herî baş ya perwerdekirina zarokan bo futbolê ya PSGyê ye.
Akademî ji zarokên keçik û lawik pêk tê ku temenê wan di navbera 3-19 salîyê de ne. Akkuzuyî dîyar kir ku di destpêkê da 20 şagirtên wan hebûne û wan ev hejmar kirîye 60.
Hefteyê du rojan ew perwedeyê didin. Kom li gorî temenên zarokan hatine diyarkirin. Her komekê rojên wan yên dîyar hene ku perwerdeya xwe dibînin. Bername, metod û dersên wan rasterast ji alîyê PSGyê ve têne şandin û ew mecbur in li gorî wan bi rê ve bibin ku ev jî ji bo dîsîplîna wan gelek muhîm e.
Ji bo berdewamiya nûçeyê, bitikîne
(FD)