Li Amedê 4 ciwan hatin desteserkirin
Li Amedê 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin desteserkirin. Sedema desteserkirina ciwanan diyar nebûye.
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endamên Meclisa Ciwanan Muhsîn Aydogdu, Fermandar Kardaş, Yûsûf Demîr Polat û Celal Ozer duh (24ê Hezîranê) di serdegirtina malan de hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirina ciwanan diyar nebûye û hat zanîn ku ciwan birine rêvebiriya emniyetê ya bajar.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.