Fotograf: Umut Ali Adali
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Amedê 21 dersdar îxrac kirine. Dersdar di Çiriya Paşiyê ya 2020an de ji ber lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibûn desteserkirin. Derbarê dersdaran de lêpirsîna qanûnî û îdarî kiribûn. Piştî vê lêpirsînê, dersdar li gorî parafrafa gyê ya Xala 35an a demkî ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de a hejmar 375ê îxrac kirine.
Piştî ku dersdar hatin îxrackirin, endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK) tevlî dersdaran xwestin li Amedê civîneke çapemeniyê pêk bînin. Dersdar û sendîkavan li ber avahiya AZC Plazayê ya li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê kom bûn.
Polîsan destûr nedaye
Li gorî plansaziyê wê civîn di saet 18.00ê de destpê bikira. Lê polîsan destûr neda wan û endamên KESKê kom bi kom dorpêç kirin. Dersdar û sendîkavanan ev rewş protesto kirin û slogan berz kirin.
Sendîkavanan bi qasî saet û nîvê hewl dan ku li wir daxuyaniyê bidin lê polîsan ew asteng kirin û xwestin ku civînê li ber avahiya Egitim-Senê pêk bînin.
Sendîkavanan sloganên “Barîkatan ne li ber kedkaran li ber çeteyan deynin”, “Amed ranezê, xwedî li dersdarên xwe derkeve”, “Em bêdeng nabin, em natirsin, em serî natewînin”, “Li dijî faşîzm ê mil bi mil”, “Zam, zilm, îşkence, aha AKP”, berz kirin. Di vê esnayê de polîsan bi mertalên xwe dora endamên KESKê girtin hu nehiştin ew bicivin. Dîsa dema Hevseroka Giştî ya KESKê Şukran Yeşîl Kaplan diaxivî, ji bo çapemenî dîmenan negire, polîsan mertalên xwe bilind kirin.
Kaplanê di axavtina xwe de bang li hemû derdorankir û xwest ku piştgiriyê bidin. Piştî axavtina Kaplanê, endamên KESKê kom bi kom ber bi avahiya Şaxa 2yem a Egîtîm-Senê ve meşiyan. Polîs jî tevlî sendîkavanan ve çûn heta avahiya Egitim-Senê.
Li vir daxuyaniyek dane çapemeniyê û hate diyarkirin ku ji beşdarbûna xebatên demokratîk û sendîkayî heta guhdarkirina muzîka kurdî, gelek xebat weke sûc xistine nava dosyayê: “Dosyayên hevalên me yên ixrackirî di encama xebateke hevbeş a Wezareta Perwerdeya Netewî, Walîtiya Amedê û Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajêr de hatine amadekirin û bi biryareke siyasî û îdeolojîk binecam bûye.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyat Ceylan, Sekreterê Giştî yê Egitim-Senê Îkram Atabay û endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratî beşdarî civîna çapemeniyê bûn û piştgirî dan dersdaran. (TP/FD)