Fotograf: Pirha
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ev lêpirsîn daye destpêkirin û polîsan saet 05.00ê sibehê bi ser mala rojnameger Hakki Boltanî de girtine. Piştî li nava malê geriyane polîsan Boltan desteser kirine.
Li gel Boltanî, Gulistan Ensarioglû, Hevşaredara Gêlê û çend endamên Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Kesên desteserkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Kesên hatine desteserkirin ev in:
Rojnameger Hakki Boltan, Parlamentera berê ya HDPyê ya Sêrtê Hatice Kocaman, rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Edip Binbir, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDPyî Omer Filitoglû, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Naîf Erdem û Mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Maden, Sanayî û Enerjiyê ya KESKê Medenî Tûtşî, Hevşaredara Gêlê ya ji wezîfeyê hatiye dûrxistin Gulistan Ensarîoglû, rêveberên berê yên HDPyê Çîgdem Ektî û Mekiye Guzel. (HA/FD)