Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber hatine sersala nû ya kurdî li Stenbol û Amedê wê sê bernameyên cida pêk werin.
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) wê li avahiya xwe ya li Beyoglûya Stenbolê 13ê Kanûna Paşiyê ango Çiriyê bernameyekê pêk bîne. Bername wê saet di 19.00ê destpê bike.
NÇMyê bi gotina “Serê Salê binê salê, bila ken û xweşî bê vê salê. Werin em sersala Kurdan bi awayekî Kurde warî li gel hunermendên NÇM’ê pîroz bikin” banga pîrozkirinê kiriye.
Chalak Events wê du bernameyan pêk bîne
Chalak Events li Amed û Stenbolê wê bi du bernameyên cida Sersala Kurdî pîroz bike.
Bernameya Chalak Eventsê ya li Amedê wê 14ê Kanûna Paşiyê saet di navbera 19.00 û 00.00ê de Sersala Kurdî pîroz bike. Di vê bernameyê de şanoger Erdal Kaya, rapbêj Reqso û nivîskar Salih Agir Qoserî wê bibin mêvan. Çalakiya Serê Salê wê li La Mînor Cafeyê pêk were. Her weha ev yekem bernameya “Spoken Word”ê ya Chalak Eventsê ye ku li Amedê wê pêk were. Ev bername wê bi piştgiriya Weqfa Mezopotamyayê birêve biçe.
Chalak Events li Stenbolê jî wê li Taksîmê li Ninova Cafeyê bernameya Sersala Kurdî li dar bixe. Li Stenbolê Sîmir Rûdan, Mirov Desmond û Şa Performans wê mêvanên bernameyê bin. Paşê jî bername wê bi performansa DJ Radio Erivan Editî dewam bike. Ev bername jî wê saet di 21.00ê de destpê bike.
Sersara Kurdî
Kurd bi salan e li gorî Salnameya Rûmî ango Gregoryenî jî sersalê pîroz dikin. Li gorî vê salnameyê sersal piştî sersala Mîladî ango Julienî bi 13 rojan e. Salnameya Rûmî li gorî tevgera Rojê tê hesibandin. Ango li gor gera Dinyayê ya li dora Rojê diyar dibe. Ji ber wê jî jê re Salnameya Rojê jî tê gotin. (FD)