Polîsan li Amedê û Manîsayê bi ser malan de girtin û bi giştî 13 kes desteserkirin.
Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ragihand ku îro di saetên sibehê de li Amedê 10 kes hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya komeleyê, bi hêceta ku “beşdarî taziyeyên endamên PKKê yên ku di pevçûnên demên cûda de can dane bûne” hatine desteserkirin.
“Li dijî rihê pêvajoyê ye”
Şaxa Amedê ya OHDê diyar kir û got:
“Piştî derketina qanûna çarçoveyî tevgerên bi vî rengî ne li gor rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Pêvajoya Civaka Demokratîk, bi desteserkirinan, bi zordariyan û sînordarkirina maf û azadiya welatiyan nameşe. Kesên ku tev li bîranîna bûne têne krîmînalîzekirin, nayê qebûlkirin. Em wan desteserkirinan qebûl nakin. Divê welatiyên Amedê demildest bên berdan.”
Manîsa
Li gorî nûçeya Ajansa Welat, îro sibehê polîsan li navenda Manîsayê û navçeya wê Tûrgûtlûyê bi ser malan de girtin.
Di serdegirtina malan de rêveberê TUAYDERê Mûhlîs Çiftçî, xebatkarê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yê Tûrgûtlûyê Mahsûm Yilmaz û Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Suleyman Yildiz hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku Çiftçî û Yilmaz ên ku hatine desteserkirin, birin Emniyeta Manîsayê û Suleyman Yildiz jî birine Emniyeta Îzmîrê.
Hate zanîn ku Çîftçî, Yilmaz û Yildiz bi hinceta “porapaganda rêxistinê” hatine desteserkirin.
(AY)
