Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Belçîka, Hollanda, Almanya, Fransa û Luksembûrgê barana zêde bûye sedema lehiyê.
Medyaya almanî nivîsandiye ku li Eyaleta Rheinland-Pfalz û ya Bakur-Ren Vestfalyayê ji ber barana zêde û lehiyê heta niha 103 kes mirine.
Li her du eyaletan gelek xanî rûxiyane û gelek kolan di bin avê de mane, xetere heye ku gelek xanî birûxin. Li bajarê Ahrweilerê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Li Belçîkayê 12 kes mirine
Hejmara kesên li Belçîkayê ji ber lehiyê mirine, gihîştiye 12yan. Li Liege, Verviers, Spa, Namur, Limburgê pênc kes winda bûne û tîmên rizgarkirinê li wan digerin.
Ji ber ku bi taybet li rojhilatê welêt du roj berê baraneke zêde bariyaye û heta serê sibê ya 15ê Tîrmehê dewam kiriye li Liege, Verviers û Spayê rewşa awarte îlan kirine.
Li bajarê Liege-ê rayedaran ji welatiyên ku li bajarî najîn xwestiye ku ew ji bajarî derkevin. Heman rayedaran diyar kiriye ku dibe ava çemî bi qasî metro û nîvê bilind bibe, av di ser hin pirên li ser Meuse-ê re biqulipin û ew birûxin.
Li bajarokê Pepinsterê yê nêzîkî Liege-ê herî hindik 10 xanî rûxiyane. (DŞ/FD)