Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Almanyayê di dema cejna Paskayayê de nêzîkî 100 çalakiyên protestoyî çêbûne. Xwenîşandanên herî qelebalix li bajarên Hambûrg, Frankfûrk, Nunberg û Kasselê çêbûye.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî, Navenda Koordînasyona Meşên Aştiyê daxuyaniyek belav kiriye û hatiye gotin ku hejmara beşdaran ji ya sala 2017ê zêdetir e. Hatiye destnîşankirin ku di vê encamê de para krîzên navdewletî yên weke li Tirkiyeyê û Sûriyeyê hebûye.
Willi van Ooyen berdevkê Navenda Koordînasyonê derbarê çekfirotina Almanyayê ya ji bo Tirkiyeyê de gotiye, “nabe ku şer ji nû ve weke asayî bê dîtin û nabe li hemberî wî tiştî bêdeng bimînin ku hikûmeta Almanya weke ti eleqeya wê bi vê mijarê re tune be tevbigere.”
Di dema meşê de pankartên weke “Afrîn Demo (Protestoya Efrînê) şerê fethê yê Erdoganî û biratiya çekan a Tirkiye û Almanyayê bidin sekinandin” û “Destê xwe ji Efrînê bikişînin! Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve!” hatine rakirin û nêzîkî 4 hezar aştîxwaz beşdarî meşê bûne.
Bijîşkekî ku beşdarî meşa li Frankfûrtê bûye, behsa xebatên Medico Internationalê yên li Efrînê kiriye.
Yekem car li Almanyayê di salên 1960an de meşa aştiyê ya Paskalyayê çêbûye. Li Cîhanê cara yekê li Londonê li hemberî navenda lêkolîna nukleer a bi navê Aldermastonê çêbûbû. (PT/FD)
* Çavkanî: Deutsche Welle Tirkî