Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hilbijartina Almanyayê duh saet di 18.00ê de bidawî hat. Di encama hilbijartinê de wê 19emîn serdema Meclîsa Federal (Bundestag) diyar bibe. Di vê navberê de encamên rapirsiya ser sindoqan hatin aşkerekirin.
Rapirsiya ser sindoqan bi wan kesan re tê çêkirin ku piştî dengên xwe bikar tînin û encama vê rapirsiyê piranî nêzîkî encamên hilbijartinê derdikevin.
Li gorî vê rapirsiyê, partiyên Yekîtiya Xiristiyanan (CDU/CSU) ji sedî 32,9 deng bidest xistine û di pêşbirkê de partiya yekem e ku Serokwezîr Angela Merkel serokê wan e. Partiya Demokratên Sosyal (SPD) 20,2 deng standiye û bûye duyem. Alternatîf ji bo Almanyayê 13,3 deng bidest xistiye û bûye sêyem ku partiya rast a tundrew e û di demên dawiyê de rêjeya dengên xwe zêde kiriye.
Encamên pêşiyê wiha ne:
Yekîtiya Demokratên Xiristiyan % 32,9
Partiya Demokratên Sosyal % 20,8
Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê % 13,1
Partiya Demokratên Azad % 10,5
Partiya Keskan % 8,9
Partiya Çep % 8,9
Merkelê daxuyanî da
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê di daxuyaniya xwe ya piştî hilbijartinê de diyar kir ku di hilbijartinê de partiya wê gihiştiye hedefa xwe ya stratejîk.
“Em hêza herî mezin in, erka avakirina hikûmetê dan em û hikûmeteke lidij nikare bê avakirin.” Partiya Demokratên Xiristiyan li gorî hilbijartina 2013yê ji sedî 9 deng winda kiriye.
Schulz: Rojeke bieşê e, em ê li muxalefetê bin
Partiya Demokratên Sosyal di hilbijartinê de rêjeyeke zêde deng winda kirin. Serokê Giştî û namzetê serokwezaretiyê yê Partiyê Martin Schulzî piştî ku encam diyar bûn axivî û binketin qebûl kir. Schulzî ji bo piştevaniyê spasiya xwe pêşkêşî alîgirên xwe kir û got, “Ji bo dîroka demokrasiya sosyal a Alman rojeke giran û biêş e.” (HK/FD)