Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Calîforniaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) barana zêde û rabûna lehiyan didome. Her weha ji ber bahozê li eyaleta Alabamayê jî 6 kes mirine.
Waliyê eyaleta Alabamayê Kay Ivey li ser platforma xwe ya medyaya civakî Twitterê parve kiriye û gotiye:
"Ez bi xemgînî hîn bûm ku 6 kesên Alabamayî di bahoza ku eyaleta me wêran kiriye de mirine."
Walî Ivey li hin herêmên ku herî zêde ba û bahoz lê bibandor bûye rewşa awarte ragihandiye.
Li Georgia, Mississippi û Alabamayê ji ber barana zêde û bahozan zirar û ziyan li gelek xaniyan ketiye û bi deh hezaran kes bê ceyran mane.
Rayedaran diyar kiribûn tevî 2 kesên din yên ku li Calîforniyayê ji ber lehî, ba, bahoz, şimitîna axê û birûskê mirine hejmara miriyan derketiye 17an.(AO/AY)