Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şêniyên Îkizkoyê û jînparêzên ku ji 24ê Tîrmehê ve li dijî birîna darên li Daristana Akbelenê li ber xwe didin, îro (26ê Tîrmehê) di saetên serê sibê de ketine qada birîna daran.
Jînparêzên ku li ser rêya qada birîna daran çalakiya rûniştinê li dar xistine, rê li wesayîtên şîrketê girtine û gotine, "Birîna daran rawestînin. Em ê dev ji daristana xwe bernedin." Piştre jî hêzên taybet û cendirme hatin qadê.
Her weha jînparêz û gundiyan weha gotin: "Daristana Akbelenê wê weke daristanek bimîne û ev ji bo me Îkizkoyiyan mijareke jiyanî ye. Em bi biryar in ku mafê xwe yê jiyana di hawîrdoreke bi tendurist de ku Destûra Bingehîn daye me bi kar bînin"
Jînparêz û gundiyan tevî gefan çalakiya xwe dewam kirin.
Gundî û jînparêz bi mudaxeleya polîs û cendirmeyan ji qadê hatin derxistin.
Ekolojîst Denîz Gumuşel piştî ku ji qada daristanê hate derxistin desteserkirin.
Çi bûbû?
YK Enerjî bi hevkariya Limak Holding û İÇTAŞê santralên termîk ên Yenîkoy û Kemerkoyê birêve dibe. YK Enerjiyê ji bo ku qada 740 decarî(donim) ya Daristana Akbelen a Îkizkoyê santrala termîk bikarbîne destûrên pêwîst stendiye. Lê belê bi berxwedana şêniyên Îkizkoyê re rûbirû mabûn.
Ekîba birîna daristanê ya ku di 17ê Tîrmeha 2021ê saet 06.00an da ketibû Daristana Akbelenê, heta xelkê Îkizkoyê xwe gihandin kûrahiya daristanê nêzî 30 daran birîbûn.
Şêniyên Îkizkoyê ji wê rojê û vir ve 24 saetan li daristanê nobetê digirin.
(VC/AY)