Bernameya Akademiya Îsmaîl Beşîkçiyî ya serdema Payîza 2022yê diyar bûye. Li Akademiya Îsmaîl Beşîkçiyî wê di vê serdemê de mijara “Perwerde û hinkirina kurdî: Rê û rêbazên zimanhînkirinê” bê gotûbêjkirin.
Pêvajoya serlêdana bernameyê dest pê kiriye ku heta 28ê Çiriya Pêşiyê wê dewam bike. Di 2yê Çiriya Paşiyê de wê encamên serlêdanan diyar bibin û di 5ê heman mehê de wê ders dest pê bikin. Bername wê di 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yê de bidawî bibe.
Ders wê bi rengekî online û rojên Şemiyan, di navbera saet 14.00 û 17.00ê de bên dayîn. Koordînatorê bernameyê, Şehmûs Kûrt e.
Ji bo zanyariyên zêdetir û serlêdanê, bitikîne
(FD)