Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Otobisa rêwiyan ya ji Wanê ber bi Agiriyê ve diçû, li navenda Dûtaxê ya navçeya Agiriyê, li bin guhê du barhilgirên silkbarkirî ketiye. Li gorî zanyariyan her du barhilgir berê li bin guhê hev ketibûn. Piştî ku otobis li bin guhê wan ketiye, agir pê ketiye.
Li gor agahiyan di otobêsê da 21 kes hebûne û ji ber qezayê 7 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Du jê bi giranî, 11 kes jî birîndar bûne. Gelek ekîbên agirkujiyê, tenduristiyê jandarma çûne cihê bûyerê. Tîmên agirkujiyê, agirê bi otobisê ketiye, vemirandiye. Tîmên cendermeyan tedbîrên berfireh standine.
Birîndar birine nexweşxaneyên le navçe û bajarên derdorê.
Ji ber qezayê, rêya di navbera Wan û Agiriyê de, ji çûn û hatinê re girtine.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye, "Dozgeriya Komarî ya Dûtaxê derbarê qezayê de lêpirsînname amade kiriye."
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsiye û gotiye ji ber qezaya li Dûtaxa navçeya Agiriyê 7 kes mirine û 2 jê giran 11 kes jî birîndar bûne. (SD/FD)