Li Afyonê îro di saet 06.24an de bi pileya 4,4an erd hejiya.
Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihandiye ku erdhej 6,99 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Erdhejê nêzîkî 10 saniyan dom kiriye û di dema erdhejê de welatî ji malên xwe derketine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê piştî erdheja destpêkê di saet 06.30an de bi pileya 3,5an erdhejek din çêbûye û 5 saniye dewam kiriye.
Erdhej li bajarên derdorê jî hatiye hîs kirin. Li gorî daneyên destpêkê di erdhejê de heta niha ti zirarên canî û malî pêk nehatiye.(TY/AY)