*Fotograf: Ozkan T., karkerê ku miriye/AM
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karkerên ku ji Erdîş a Wanê ji bo karê bînasaziyê çûne Dînara navçeya Afyonê,rastî êrişeke çekdarî hatine. Di encama êrîşê de karkerê bi navê Ozkan T. miriye, Firat T. û Emrah O. jî birîndarî bûne û karkerên birîndar veguhestine nexweşxane yê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê(AM), bûyer duh êvarê (13ê Îlonê) di saet 19.30an de li navçeya Dînarê pêk hatiye. Heta niha êriş ji ber çi hatiye kirin nediyar e.
Kesekî nasnameya wî nediyare bi çek teqe li birayên ku karê bînasazîyê dikin, kiriye. Di encamê de Ozkan T., karkerê 25 salî miriye û karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûne.
Polîs: Cinazeya xwe bigirin û biçin
Xizmên karkeran ên ji Erdîşê û bajarên din xwestine biçin Dînarê, li têketina Afyonê ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin.
Her wiha hatiye zanîn ku polîsekî ji karkerekî birîndar re gotiye, "Cinazeyên xwe bigirin û biçin."(TP/AY)