Li Afrîkaya Başûrî di kabîneyê de hejmara wezîrên jin û mêr bi qasî hev in
Cyril Ramaphosa, Serokdewletê nû yê Afrîkaya Başûrî Kabîneya Wezîran ji 14 jin û 14 mêran ava kiriye. Li Afrîkaya Başûrî di warê wekheviya zayenda civakî de yekem care tiştekî wiha dibe.
![Li Afrîkaya Başûrî di kabîneyê de hejmara wezîrên jin û mêr bi qasî hev in](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/209/020/original/kabine1.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cyril Ramaphosa, Serokdewletê nû yê Afrîkaya Başûrî Kabîneya Wezîran ji 14 jin û 14 mêran ava kiriye. Li Afrîkaya Başûrî di warê wekheviya zayenda civakî de yekem care tiştekî wiha dibe.
Wezîreke jin, ji Partiya Baş a mixalefetê xistiye nava kabîneyê. Her weha Patricia de Lile, siyasetmedara xwedî tecrube jî kiriye Wezîra Binesaziyê.
Hilbijartin di 8ê Gulanê de pêk hatibû û Kongreya Netewî ya Afrîkayê bi ser ketibû.
Cyril Ramaphosayî roja şemiyê sond xwaribû û dest bi erka xwe kiribû.
Ev gava Ramaphosayî li welêt bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Di vê navberê de hejmara wezîran ji 36an daketiye 28an. (EMK/FD)