Fotograf: Piştî lehiyê kolanên Dûrbanê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nomagûgû Sîmelane, Endamê Konseya Birevebirinê ya Tenduristiya Eyaleta KwaZûlû Natalê daxûyaniya çapemeniyê daye û diyar kiriye ku li welatê wan di karesata lehiyan de heta niha 253 kes mirin e.
Lehiyê bandor li eyaleta KwaZulu-Natal a li rojhilatê Komara Afrîka Başûr kiriye. Barana zêde bûye sedem ku li bajarê Durbanê û derdora wê lehî û hezaz rabe. Dûrban yek ji bajarên herî mezîn ê wî welatiye ku li wî bajarî û derdora wê ji bo her metreçargoşeyiyekê 300 mîlîmetre baran dibare.
Ji ber lehiyan li herêmê xesar li gelek avahî û binesaziyan ketiye. Li Bendergeha Dûrbanê ku bendergeha herî wezin ya wî welatiye barkêşiya deryayî û rê rawestiya ye.
Rêvebiriya Eyaleta KwaZûlû Natalê daxuyanî daye û destnîşan kiriye ku baran barîna niha di dîroka wî welatî de ya herî zêde ye.
Cyrîl Ramaphosa, Serokomarê Afrîkaya Başûr û wezîfedarên hukumetê yên payebilind serdana herêmên ku bandora karesatan lê bûye kirine.
Ramaphosa diyar kiriye ku hukumet wê alikariyê bide malbatên ku lehiyê bandor lê kiriye û gotiye, “Hûn ji ber vê karesatê bi tenê nîne. Em ê bi her awayî alîkarê we bin.”(AEK/AY)