Fotograf: Jorge Silva / Enstîtuya Reutersî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebata Rojnamgerên Sînornenas (RSF) û Komeleya Rojnamegerên Serbixwe ya Afganî (AIJA) ya hevbeş dest nîşan kiriye ku piştî desthilatdarîya Talîbanê, di medya Afganistanê de gelek tişt bi awayeke radîkal guheriye.
Li gor lêkolînê, ji 15ê Tebaxê û vir we ji her deh saziyên medyayê 4 jê hatine girtin û ji sedî 60ê rojnamegeran û medyakaran bêkar mane.
Ango ger bi hejmaran bê gotin, hejmara saziyên medyayê ku heta niha hatine girtin 231 e. Hejmara kesên bêkar mane jî ji 6 hezar û 400î zêdetir e.
Bi taybet jî ji sedî 84ê rojnamegerên jin neçar mane ku dev saziyên xwe ku beriya Talîbanê li wir kar dikirin. Ew jin niha bêkar in.
Ji 6 hezarî zêdetir rojnameger êdî bêkar in
Li Afganistanê girtina saziyên medyayê û kêmbûna kar û xebatên wan, bandor li ser rêjeya medyakaran jî kiriye.
Hejmara kesên ku di serê Tebaxê de li medya Afganistanê kar dikirin, 10 hezar û 790 bû (8 hezar û 290 ji wan mêr, 2 hezar û 490 ji wan jin). Lê niha tenê 4 hezar û 360 ji wan dikarin karê xwe dewam bikin (3 hezar û 950 mêr, 410 jin). Yanê, ji her deh rojnamegeran 4 jê dema ev rapirsî hatiye kirin, li ser karê xwe bûne.
Ji ber girtina saziyên medyayê, bandor herî zêde li jinan bûye. Nêzîkî her ji du mêran yek (ji sedî 52), her ji pênc jinan çar (ji sedî 84) piştî Talîbanê bêkar mane. (HA/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye