Fotograf:AA
Li derveyê Balafirxaneya Kabûlê ya Afganistanê du teqînên mezin rû dane. Li gorî zanyariyan teqîn di encama êrîşên bombeyî de pêk hatine.
BBC Tirkiyê di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku heta niha herî hindik 90 kes mirine û herî hindik 150 kes jî birîndar in.
BBCyê di nûçeyê de zanyariyek weşandiye ku sipartiye ajansa nûçeyan a Reutersê. Li gorî vê zanyariyê 28 kes ji van, endamên Talîbanê ne.
Her weha di dema teqînê de 13 leşkerên DYAyî mirine. Wezareta Berevaniyê ya DYAyê ango Pentagonê aşkere kiriye ku hejmareke leşkerên DYAyî jî birîndar in.
DAIŞ: Me êrîş pêk anîn
DAIŞê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku wan êrîşên li Kabûlê bûne, pêk aniye.
Di heman daxuyaniyê de DAIŞê destnîşan kiriye ku endamekî wan bombe bi ser xwe ve girê dane û li nêzîkî hêzên Afganistan û DYAyê ew bombe teqandine.
Berdevkê Talîbanê gotiye ku teqîn li herêma di bin kontrola DYAyê de ye, bûye û êrîş şermezar kiriye.
Biden: Em ê ji bîr nekin
Piştî teqîn pêk hatin, Joe Biden, Serokê DYAyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û li wir wiha axiviye: “Bila ew kesên ku ev êrîş pêk anîne û kesên dixwazin ziyanê bigihînin Amerîkayê bizanibin: Em ê efê nekin, em ê ji bîr nekin. Em ê hemûyan bibînin û hesabê vê ji wan bipirsin.” (FD)
*Çavkanî: BBC Tirkî