Fotograf: Ajansa Nûçeyan a dewletê ya Afganistanê (Bi rêya BBCyê)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Paktîkayê yê Afganistanê, îro erd hejiyaye û heta saet 15.50 deqîqeyan bi kêmanî hezar kes mirine.
Li gorî nûçeya BBCyê ya ku ji ajansa nûçeyan a dewleta Afganistanê ragihandiye, gelek kes jî birîndar bûne û hezaz çêbûne.
Kesên ku ji ber erdhejê birîndar bûne û li deverên dûr dijîn, bi helîkopteran dibin nexweşxaneyan û li wir tên dermankirin. Ajansa Nûçeyan a Bakhtarê di nûçeya xwe de destnîşan kiriye ku li gorî zanyariyên destpêkê zêdetirî hezar û 500 kes birîndar bûne.
Rayedarê saziya rewşa lezgîn ê Afganistanê Sharafuddin Muslimî gotiye ku di encama erdhejê de bi kêmanî hezar kes mirine.
Erdhej li gorî saeta herêmî di 1.30 deqîqeyên şeve de li bajarê Khostê pêk hatiye ku li başur-rojhilatê Pakîstanê ye û 44 kîlometre dûrî Paktîkayê ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, rayedarên Afganistanî diyar kiriye ku herî zêde bandor li navçeya Giyanê ya Paktîkanê û navçeya Spîreyê ya bajarê Hostê bûye. Rayedaran diyar kiriye ku xebatên rizgarkirin û lêgerînê dewam dikin û ji Kabûlê bi helîkopteran alîkariyan dişinin herêmê.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê (USGS) di daxuyaniya xwe de destpêkê diyar kiribû ku pileya erdhejê 6,1 e lê paşê sererast kiribû û gotibû ku 5,9 e.
(SD/FD)