Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh (18ê Tîrmehê) li eyaleta Paktîkayê ya Afganistanê bi pileya 5,1ê erd hejiyaye. Di dema erdhejê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûne.
Li Paktîkayê di 22ê Hezîrana 2022yê de bi pileya 5,9ê careke din erd hejiyabû û 36 kes miribûn, zêdetirî 6 hezar kesî birîndar bûbûn. Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya DYAyê (USGS) derbarê erdheja dawiyê de zanyarî weşandine û gotiye ku navenda erdhejê bajarê Hostê yê li ser sînorê Pakistanê ye. Li gorî heman zanyariyan erdhej 10 kîlometroyan di bin erdê de bûye.
Erdhej li gorî saeta herêmî di saet 15.22 deqîqeyan de bûye. Walîtiya Paktîkayê diyar kiriye ku li navçeya Giyanê hin kes birîndar bûne li ser hev zêdetirî 10 kes birîndar in.
Her weha diyar kiriye ku hin xaniyên di erdheja beriya niha de ziyan dîtibûn, rûxiyane û tîmên alîkariyê şandine herêmê. Li gorî ku şahidan ji ajansa nûçeyan a Talîbanê Bakhtarê re gotiye, ji ber erdhejê hin kes mirine.
Li bakur û rojhilatê Afganistanê, li Çiyayê Hîndîkûşê yê li bajarê Badahşanê 2 carên din erd hejiyaye. USGSyê diyar kiriye ku saet di 14.34ê de bi pileya 4,3yê carekê û di saet 17,38 deqîqeyan de jî bi pileya 4,7ê careke din erd hejiyaye. (SD/FD)