Li Afganistanê bi pileya 6.0ê erd hejiya: Herî kêm 250 kes mirin, 500 kes birîndar bûn
Rayedaran gotin ku ev erdhej yek ji erdhejên herî bihêz ên ku di salên dawî de pêk hatiye ye. Herî kêm du erdhejên din ên bi hêza 5.2 li herêmê hatin tomar kirin.
Li bajarê Nangarhar a li rojhilatê Afganistanê erdhejek bi pileya 6.0ê pêk hat. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 27 kîlometre li bakurê rojhilatê Celalabadê ye û 8 kîlometre di bin erde de çêbû.
Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA), texmînên destpêkê nîşan didin ku zêdetirî 250 kes mirine û herî kêm 500 kes birîndar bûne.
Wezareta Enformasyonê ya Afganistanê fikara xwe anî ziman ku hejmara miriyan dikare zêde bibe.
Wêraniya herî giran li bajarê Kunarê hat ragihandin, ku li wir ji ber şimitandina erde gelek rê hatine girtin.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û helîkopter ji herêmê re hatin şandin û niştecihên herêmî jî beşdarî xebatan bûn.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.