Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kabîl, paytexta Afganistanê li dijî qurs û dibistanek êrişên bombeyi pêk hatiye û di encamê de li gorî zanyariyên destpêkê 6 kes mirine.
Di êrişên bombeyi yên ku li ser hev li dijî Qursa Mumtazî û Lîseya Şehît Abdul Rahîmî pêk hatiye de 11 kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ku BBCyê ji AFPê girtiye, êriş piştî xwendekar ji dersên xwe yên dana sibê derdikevin pêk hatiye. Şahidekî bûyerê bi BBCyê re axiviyê û gotiye, piştî êrişa li Kabîlê li Nexweşxaneya Muhammed Alî Jinnahî 4 kes mirine û 19 jî birîndar hene.
Tevahî ceddeyên ku serbi herêma ku êriş lê hatiye kirine ji hatûçûnê re girtine.
Heta niha kesî êriş negirtiye ser xwe. Halîl Zadran, berdevkê Midiriyeta Emniyeta Kabîlê yê hukumeta demkî ya Talîbanê ye li medya civakî daxûyanik daye û gotiye, “Armanca sê êrişên bombeyi yên li Kabîlê şîe bûne.”
Li gorî nûçeya Euronewsê êrişên ku pêştir li van herêman pêk hatibûn rêvistina bi navê DAIŞ-Xorasanê girtibû ser xwe.
(SD/AY)