Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Belhayê ku li bakurê Afganîstanê ye bi bombeyan êrişî otobuseke karmendan kirine. Li gorî daneyên destpêkê 7 kes mirine.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya neteweyî de cih girtine, li bajarokê Mazar-î Şerîf, di saetên sibeha îro de êrişeke bombeyi li dijî otobusa karmendên ku li Deriyê Sînor ê Hayratanê dixebitîn pêk hatiye. Deriyê Sînor yê Hayratanê di navbera Afganistan û Ozbekistanê de ye.
Berdevkê Rêveberiya Emniyeta Polîsan yê Belhayê Muhammed Asif Vezîrî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku di êrîşa li ser xaçerêya Seyîdabadê de 7 karmend hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku bombe di çerxên firoşkarên seyar de bicîh kirine, bi hatina otobusê re bombe teqiyaye. Tîmên alîkariyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin,
Her weha heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.(SD/AY)