Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bekîr Pakdemîrlî, Wezîrê Çandinî û Daristanan, aşkere kiriye ku ji 98 agirênên li daristanan derketiye 88 jê hatine vemirandin.
Pakdemîrliyî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: “Ji 98 agirên ku di navbera 28 û 31ê Tîrmeha 2021an de li daristanan derketine me 88 jê vemirandine. Li 10 deveran xebatên vemirandina agirî bi fedakariyeke mezin dewam dike.”
Li gorî tabloya ku Pakdemîrliyî weşandiye li Edeneyê li deverekê, li Antalyayê li 3 deveran, li Mêrsînê li 3 deveran, li Mûglayê li 2 deveran û li Osmaniyeyê li deverekî, li ser hev li 10 deveran xebatên vemirandina agirî dewam dikin.
Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) a Wezareta Karûbarên Navxweyî ji bo şewata li di 30ê Tîrmehê saet 15.00ê de li Manavgatê, navçeya Antalyayê derketiye wiha daxuyanî daye:
“Di dema şewatê de bandoreke mezin li 13 taxan û bandoreke qismî jî li 22 taxan bûye. Ji ber şewatê yek jê bi giranî 271 welatî birîndar bûne, dermankirina 73yan dewam dike. Ew malên ku dibe şewat bandorê li wan bikin, hatine valakirin. Dîsa ji ber şewatê ziyan gihîştiye 320 dewarî, 3 hezar pezî, 22 serayên mûzan, 15 serayên sebzeyan, 360 kewarên mêşan û 15 hezar dekar erdê çandiniyê.”
Di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku li Mêrsînê ji ber şewatê 34 kes birîndar bûne, dermankirina 19an dewam dike, li Edeneyê 10 kes birîndar bûne û dermankirina 8an dewam dike, li Mûglayê jî 49 kes birîndar bûne û dermankirina 35an dewam dike.
Agirên ku bi daristanan ketine
Di encama şewata ku 3 roj in dewam dike de li Aksekiya Antalyayê kesek li Manavgatê jî 3 kes mirine.
Ji ber şewatê hin gund û tesîsên tûrîzmê hatine valakirin. Li hezaran ajal mirine.
Xebatên lêkolînî yên ji bo diyarkirina sedemên derketina agirî û diyarkirina ziyanê dewam dikin. (TP/FD)