Li bajarên Erzerom, Qers, Erdexan, Agirî, Îdir, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 1646 gundan hatine girtin.
Li Erzeromê du roj in berf dibare û di hatûçûnê de astengî çêdibin. Rêya 1101 gund û gundikên li cihên bilind ji ber berfê hatine girtin.
Hatiye ragihandin ku li sînorê wê parêzgehê tîmên peywendîdar li ser kar û barên vekirina rêyan berdewam in.
Li bajarê Qersê rêya 132, li Erdexanê 56, li Îdirê 25 û li Agirî jî 52 gund û gundikan ji ber berfê hatiye girtin. Tîmên îdareyên taybet ên wan parêzgehan hewl didin rêyên ku hatine girtin vekin.
Li Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê jî rêya 280 gund û cihên niştecihbûnê ji ber berfa zêde hat girtin. Li parêzgeha Wanê rêya 118, Bedlîs 33, Mûş 51 û Colemêrgê jî rêya 78 gund û cihên niştecihbûnê ji ber berfê hatine girtin.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw