Fotograf: AA / arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li 9 bajarên din qedexeya çûnûhatinê ango ketin û derketina van bajaran hatiye rakirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxwe, qedexeya hatûçûnê ya li her 9 wîlayetên Edene, Denîzlî, Amed, Mereş, Mêrdin, Ordû, Tekîrdag, Trabzon û Rihayê ji saet 00.00ê şûn ve qediya ye.
Li gorî giştnameyê qedexe li 15 wîlayetên weke Enqere, Balikesîr, Bûrsa, Eskîşehîr, Dîlok, Stenbol, Izmîr, Kayserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsun, Wan û Zonguldakê heta sêşema19ê Gulanê dê bidome.
Qedexeye hatûçûnê di 5ê Gulanê de li bajarên Antalya, Aydın, Erzîrom, Hatay, Meletî, Mersîn û Mûglayê bi dawî hatibû.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar, êvara 3ê Nîsanê gotibû, ku li 30 bajarên mezin û Zongûldakê wê biryara qedexeya çûnûhatinê bêne stendin. (EKN/AY/FD)