Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Aydinê, Suleyman Bulbul pirsiyarname pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirine û gotiye ku ew dixwaze bizanibe bê ka hejmara xebatkaran a hemû wezaretan çend e û çend ji wan jin, çend jî mêr in.
Li gorî bersivên ku dane bulbulî, bi tenê li Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî hejmara jinan ji ya mêran zêdetir e. Rêjeya hejmara jinan ji sedî 57,4 e.
Hejmara jinên ku li Wezareta Xweza û Bajarvaniyê, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, Wezareta Xezîne û Darayiyê, Wezareta Karûbarên Navxweyî, Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Bazirganiyê kar dikin, ne bi qasî nêviyê hejmara mêran e.
Li Wezareta Karûbarên Navxweyî 543 hezar û 261 kes kar dikin ku bi tenê ji sedî 7,9 ango 42 hezar û 973 ji wan jin in.
Li gorî van daneyan li 8 wezaretan rêjeya jinan ji sedî 16 e.
Hejmara mêr û jinên ku li wezaretan kar dikin wiha ye:
Li Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî 28 hezar 283 jin, 20 hezar û 965 mêr; li Wezareta Xweza û Bajarvaniyê 5 hezar û 368 jin, 11 hezar û 917 mêr; li Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî 373 jin, 781 mêr; li Wezareta Ciwanan û Sporê 22 hezar û 921 jin 38 hezar û 77 mêr; li Wezareta Xezîne û Darayiyê 7 hezar û 489 jin 14 hezar û 833 mêr; li Wezareta Karûbarên Navxweyî 42 hezar û 972 jin 500 hezar û 289 mêr; li Wezareta Çandinî û Daristanan 17 hezar û 737 jin 47 hezar û 506 mêr; li Wezareta Bazirganiyê 6 hezar û 461 jin, 13 hezar û 542 mêr. (RT/FD)