Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi sedema ku wê operasyonên leşkerî çêbibin, li 77 gund û gundikên navçeya Hezro, Licê û Karazê yên Amedê, derketina derve hatiye qedexekirin.
Walîtiya Amedê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye û biryar ji duh saet 21.00ê de dest pê kiriye. Walîtiyê biryar li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê standiye.
Gund û gundikên ku biryara qedexeyê lê derbas dibin wiha ne:
* Gundê Zümrüt, Gürbeyli, Kıpçak, Damar, Sığınak, Kıyıköy, Çıralı, Dibekköy, Budak, Dallıca, Arıklı, Çağdaş, Yolçatı, Tepe, Kutlu, Kayacık, Serince, Kabakaya, Uçarı, Yalaza, Ortaç, Ziyaret, Bağlan, Oyuklu, Çavundur, Esenler, Dolunay û Türeli û gundikê Ahmetbey, Guçik, Kola, Hasana, Navaladiriş, Dingil, Ayşe, Hacıhüseyin, Kuruca, Dablo, Alataş, Sınır, Pınar, Kolbağı, Bakanlar, Kalkanlı, Beğendik, Hacıcemil, Esenli, Çaylarbaşı, Göçer, Kerpiçören Çanak, Sağlam, Hevselbey yê Licê;
* Gundê Arkbaşı, Tepecik, Boyunlu û gundikê Akdiken, Hacıreşit, Varlık, Işıklar, Gökçe yê Karazê;
* Gundê Çitlibahçe, Sarıerik, Ormankaya, Meşebağları, Kavaklıboğaz, Dadaş, Kırmataş, Terdöken, Gözebaşı û gundikê Şahgeldi, Bayram, Nebiya, Yılgeçti, Teknebaşı, Ajikan û Eldeğemez yê Hezroyê.
Nehatiya diyarkirin ku wê biryara qedexeyê kengî rabe.
190 caran biryara qedexeyê li Amedê hatiye standin
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) aşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê bi giştî li 11 bajaran û herî kêm li 50 navçeyan kêmanî 332 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. 16ê Tebaxa 2015ê weke dîroka destpêka biryarên qedexeyê ya bêdem e.
Beriya ku biryarên qedexeyê bên standin, li gorî hejmara 2014ê li deverên ku qedexe lê hatine ragihandin, herî kêm milyon û 809 hezar kes dijiyan.
Li gorî heman daxuyaniyê beriya niha li Amedê 190 caran biryara qedexeyê hatiye ragihandin. (AS/FD)