Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 63 bajaran li dijî rêxistinên sûc yên darayî operasyonên hemwext hatin kirin.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku Enqere, Stenbol û Îzmirê jî di nav da li 63 bajaran di bin kordînasyona Serokatiya Têkoşîna Dijî Sûcên Organîzekirî û Qaçaxçîtiyê ya Rêveberiya Giştî ya Emniyetê de operasyonên hemwext hat kirin. Di encamê 302 kes bi tohmeta selefxurî, sextekarî, gendeltî, sextekirina belgeyên fermî û taybet, binpêkirina qanûna bacê hatine desteserkirin.
Li gor daneyên destpêkê di operasyonan de 18 çekên bê ruxset, 6️4️ belgeyên sexte yên hostetî/qelfetiyê, 2️3️ raporên sexte yên astengdariyê, 4️7️9️ SIM kartên ku li ser navê kesên din hatine derxistin, gelek çekên pereyan, sened û belge û 3️9️6️ plaqeyên wesayîtan yên sexte hatine bi dest xistin.
Wezîr Yerlîkaya ragihand ku atolyeya ku plaqeyên sexte lê hatine çêkirin jî derket holê.
(AS/AY)