Li 56 bajaran germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas bû
Germahiya herî zêde bi 48,7 pileyî li Cizîr, navçeya Şirnexê hat pîvan. Her weha li pêy Cizîrê bi 47,5 pileyî Qosera Mêrdînê û bi 47,1 pileyî jî Serêkaniya Rihayê ye.
Li tevahiya welêt germahiya hewayê di ser asta pileyên asayî yên demsalê da ye, li 56 parêzgehan germahî ji 40 pileyî derbas bû.
Li gorî daneyên li ser malpera Rêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê, li giştiya welêt germahiya hewayê 6 an jî 12 pile di ser asta pileyên asayî yên demsalê de ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Îro germahiya herî zêde bi 48,7 pileyî li Cizîra navçeya Şirnexê hat pîvan. Bi 47,5 pileyî Qosera Mêrdînê û bi 47,1 pileyî jî Serêkaniyê ya Rihayê li dû wê hatin.
Bajarên ku germahiya hewayê lê li ser 40 pileyî ne ev in:

(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.