Li pênc bajarên herêmê rêya 558 gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin
Li bajarên Erzîrom, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê ji ber berfê rêya 558 gund û navçeyan hatine girtin. Li herêmê ev demeke berf dibare û ji ber mij, keş û hewaya xirab û barîna zêde ya berfê çûn û hatin zehmet bûye.
Îdareya Taybet a Bajarê Erzîromê ragihandiye ku ji ber berfa zêde rêya 92 gund û gundikan hatiye girtin û tîmên şaredariyê bi makîneyên kar û karmendan bi armanca vekirina rêyan li ser kar û xebatên xwe berdewam in.
Herwiha li Wanê rêya 37, li Colemêrgê rêya 325, li Bedlîsê rêya 67 û li Mûşê jî rêya 37 gund û gundikan hatiye girtin.
Rayedarên peywendîdar ji ber egerên çêbûna bûyerên trafîkê û metirsiya aşûtê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku ji xeynî rewşên awarte zêde çûn û hatinê nekin.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw