Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Amed, Stenbol, Enqere, Bûrsa û Îzmîrê polîsan operasyon birine ser Sendîkaya Kedkarên Xizmetê yên Tenduristî û Civakî (SES), Sendîkaya Kedkarên Xizmetê yên Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
Di nava kesên ku hatine desteserkirin de Mulkiye Bîrtane, parlamentera kevin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Gonul Erden, Hevseroka Giştî ya SESê jî heye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê belav kiriye kesên heta niha navên wan diyar bûne ku polîsan ew desteser kirine ev in:
HDP: Mulkiye Bîrtane, parlamentera kevn ya Qersê û Endama Dîwanê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Bahadir Demîrcan rêveberê berê yê HDPyê li Enqereyê, Mahabat Akin Hevseroka kevn a navçeya Yenîmahalleyê, Davut Çalişir rêveberê kevin ê navçeya Çankayayê, Mahfûz Guleryuz rêveberê HDPyê li Îzmîrê, Gulay Gun Bilici endama Meclîsa Partiyê, Mûstafa Aydin endamê rêveberiya navçeya Menemenê, endam Katîbe Ekyuce.
SES: Gonul Erden Hevseroka Giştî ya SESê, endam Ramazan Taş
TÜM BEL-SEN: Yilmaz Yardimci Sekreterê Giştî, Adem Kaya endamê Lijneya Rêveber, Yusuf Guler Serokê Lijneya Kontrolkirinê. (EKN/FD)