Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di Operasyona Narkogûç-40î ya ku li 47 bajaran hat kirin de bi hinceta hilberandin û firotina tiryakê 376 kes hatin desteserkirin.
Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku bi beşdariya 535 ekîb, 1094 personel û 21 kûçikên dedektor ên Midûriyetên Bajaran yên Rêveberiya Giştî ya Emniyetê, Reveberiyên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Bajaran Samsun, Eskîşehîr, Enqere, Îzmîr û Riha jî di nav de ye û li 47 bajaran operasyon hatin lidarxistin.
Yerlikaya da zanîn ku di operasyonan de tonek û 156 kîlo tiryak û 14 milyon û 200 hezar hebên tiryakê hatin bidestxistin û 376 kes jî hatine desteserkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di 7 salên dawîn da hejmara kesên ku ji ber sûcên tiryakê hatin girtin an jî mehkûm bûne ji 36 hezarî derket 128 hezarî. Li gorî daneyên Wezareta Dadê bi giştî hejmara girtiyan 341 hezar û 497 e. Yanî bi qasî sêyeka girtiyan ji ber sûcên narkotîkê di girtîgehê de ne.
(AS/AY)