Fotograf: Wikipedia
Walîtiya Bedlîsê aşkere kiriye ku derketina derve wê li 46 gundan were qedexekirin.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî biryara qedexekirinê weşandiye û diyar kiriye ku li gor Xala 11/Cyê ya Qanûna Birêvebirina Bajaran a Hejmar 5442yê ev biryar hatiye dayîn.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hatiye gotin, biryar ji ber sedema ku operasyona leşkerî ya li dijî PKKiyan wê were destpêkirin, hatiye dayîn. Qedexeya derketina derve wê 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an roja înê ji saet 01.00ê heta fermaneke din pêk were.
46 gundên ku wê derketina derve li wan deran qedexe be ev in: “Ayrancilar, Alaniçi, Narlidere, Agaçpinar, Yeşilsirt, Cumhuriyet, Abacilar, Sarikonak, Çaliduzu, Îçgeçit, Akçali, Yukariolek, Aşagiolek, Ilicak, Kalupat, Uçevler, Karakuş, Aşagibalcilar, Yukaribalcilar, Çeltikli, Aşagikoçak, Aşagiyolak, Yukariyolak, Yukariçerman, Dursun, Beşkaynak, Yaronu, Uçankuş, Dikme, Yukaridikme, Aşagidikme, Bayirli, Kinali, Kutlu, Akgun, Çobansuyu, Aşagiçobansuyu, Gulluce, Esenburun, Harmanyeri, Dutkoy, Cevizdali, Karaca, Kaşikli, Konalga û Kayalibag.” (FD)