Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kir ku li 42 gundên 5 navçeyan biryara qedexeyê ya derketina derve hatiye standin.
Bi hinceta ku wê operasyon çêbibe li 42 gundên bi ser navçeyên Farqîn, Hezro, Karaz, Pasûr û Liceyê ve girêdayî saet ji 05:00ê sibeyê û pê de derketina derve hatiye qedexekirin. Lê nehatiye diyarkirin ku wê kengî qedexe rabe.
Navê gundên ku derketina derve li wir hatiye qedexekirin di malpera fermî ya Walîtiyê di hatine aşkerekirin:
Li Liceyê gundên Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Kutlu, Oyuklu, Türeli, Tepe, Budak, Dallıca, Sığınak, Kıyıköy, Çıralı, Kıpçak, Zümrüt û Damar;
Li Pasûrê gundên Kamışlı, Çukurca, Akbulak, Demirli, Bayırköy, Düzce, Temren, Güleç, Taşköprü û Barın;
Li Hezroyê gundên Gözebaşı, Sarıerik, Çitlibahçe, Meşebağları, Kırmataş, Terdöken û Kavaklıboğaz;
Li Farqînê gundên Dolaplıdere, Dağcılar, Mutluca û Çaldere;
Li Karazê gundên Boyunlu, Arkbaşi û Tepecîk.
Operasyon wê çêbibe
Daxuyanî îro di malpera fermî ya Walîtiyê de hat ragihandin û hat diyarkirin ku biryara qedexeyê di çarçoveya Yasaya Birêvebirina Bajêr ya hejmar 5442yê de hatiye girtin.
Walîtiyê derbarê operasyona ku wê bê lidarxistin de ev daxuyanî da:
“Li herêmên ku wê operasyon li dar bikeve bi armanca ku ewlehiya can û mal û milkên gel bê parastin û ziyan negihêje welatiyên sivîl, di çarçoveya Yasaya Birêveberina Bajêr ya hejmar 5442yê li herêmên ku hatine diyarkirin ji 29ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê saet ji 05:00ê û pê de heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.” (AS/FD)