Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li şûna hevşaredarên Kop, Gimgim û Erentepeyê, navçeyên Mûşê û şaredarê Ûrlaya Îzmîrê qeyûm hatine tayînkirin.
Hevşaredarên Kop û Gimgimê di çarçoveya lêpirsînekê de hatibûn desteserkirin ku Serdozgeriya Komarî ay Mûşê bi rê ve dibe. Hevşaredar hîna jî desteserkirî ne. Wezareta Karûbarên Navxweyî vê sibê Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû, Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan û Hevşaredarê Erentepeyê Dilaver Kesik ji wezîfeyê avêtiye.
Wezaretê her weha Şaredarê Ûrlaya Îzmîrê jî ji wezîfeyê avêtiye ku bi tohmeta “endamê Rêxistina Terorê ya Fethulahiyan (FETO)” ye hatibû girtin.
Li şûna Hevşaredara Gimgimê Qaymeqamê Gimgimê Ertûgrûl Avci, li şûna Hevşaredarê Kopê û Hevşaredarê Erentepeyê Qaymeqamê Kopê Mehmet Îlîdî û li şûna Şaredarê Ûrlayê jî Qaymeqamê Ûrlayê Onder Can weke qeyûm hatine tayînkirin.
Li 32 şaredariyan qeyûm hatine wezîfedarkirin
Piştî vê biryara Wezareta Karûbarên Navxweyî hejmara qeyûmên ku li şûna Hevşaredarên HDPyê hatine wezîfedarkirin derket 31ê. Dîsa li şûna şaredariyeke CHPyê jî qeyûm hatiye tayînkirin. Şaredariyên ku qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin ev in:
* Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
* Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê
* Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê
* Cîhan Karaman, Hevşaredarê Colemêrgê
* Remzîye Yaşar, Hevşaredarê Geverê,
* Semîre Nergîz, Hevşaredara Nisêbînê
* Mehmet Fatîh Taş, Hevşaredarê Pasûrê
* Kezîban Yilmaz, Hevşaredara Kayapinarê
* Gulcan Ozer, Hevşaredara Bismilê,
* Rojda Nazlier, Hevşaredara Karazê
* Yildiz Çetîn, Hevşaredara Erdîşê
* Melîke Goksû, Hevşaredara Qereyaziyê
* Mehmet Zirig, Hevşaredarê Cizîrê
* Caziye Dûman, Hevşaredara Sêrawê
* Nîlufer Elîk Yilmaz, Hevşaredara Qoserê
* Belgîn Dîken, Hevşaredara Yenîşehîrê
* Ahmet Çevîk, Hevşaredarê Hezroyê
* Songul Erden, Hevşaredara Hezexê
* Orhan Çelebî, Hevşaredarê Periyê
* Azîm Yacan, Hevşaredarê Rêya Armûşê
* Gulistan Oncu, Hevşaredara Stewrê
* Nalan Ozaydin, Hevşaredara Şemrexê
* Mulkiye Esmez, Hevşaredara Dêrikê
* Hatice Çevik, Hevşaredara Pirsûsê
* Adnan Topçu, Hevşaredarê Kopê
* Ulku Karaaslan Baytaş, Hevşaredara Gimgimê
* Dîlaver Kesîk, Hevşaredarê Erentepeyê
* Îbrahîm Bûrak Ogûz, Şaredarê Ûrlayê (CHP)
(TP/FD)