Walîtiya Sêrtê ragihand ku 11 herêmên li 4 navçeyan heta 15 rojan weke herêma ewlehiyê hatine îlankirin û çûn-hatina li wan herêman jî qedexe kir.
Li gorî daxuyaniya ku îro di rûpela fermî ya walîtiyê hat belavkirin de herêmên di navbera 3-17 Tîrmehê de hatine qedexekirin wiha ne:
*Dihê: Başûrê gundê Okçularê, rojhilatê gundê Yaniksesê, bakurê gundê Gorendorukê, gundê Kuşadali, herêma çiyayên Çaçiyê, gundên Bilgili û Yeniçizmeli.
*Tîlo: Gundê Akyaylayê.
*Berwarî: Palamutlu, Tosuntarla, Doganca.
*Navend: Gundê Emekçilerê.
Li Sêrtê herî dawî li navçeya Berwariyê gelek dever di navbera 15ê Hezîranê-9ê Tîrmehê de hatibûn qedexdekirin.
(AS/YO)