Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber berfa zêde li Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê rêyên 552 gundewaran hatine girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar kiriye ku ji ber berf û bagerê rêyên 192 gundewaran hatine girtin û ew nikarin xwe bigîhînin wir.
Şaredariyê gotiye ku tîmên têkoşîna bi berfê re berfên li ser rêyan û peyarêyan kom bûne, paqij dikin.
Colemêrg
Li gorî zanyariyên ku Rêveberiya Taybet a Bajêrî daye, rêyên 285 gundewaran hatine girtin. Tîmên têkoşîna bi berfê re ji bo rêyan vebikin kar dikin. Her weha ekîbên şaredariyê jî berfa li ser rêyan û nava kolanan paqij dikin.
Bedlîs
Midûrê Xizmetguzariya Rêyan û Çûnehatê yê Rêveberiya Taybet a Bajarî yê Bedlîsê, Umît Kurtkanî diyar kiriye ku 49 rêyên gundewaran hatine girtin.
Kurtkanî gotiye ku ji bo welatî mexdûr nebin ew xebatên vekirina rêyan dewam dikin.
Mûş
Li Mûşê hefteya borî berfê destpê kiribû û ji ber barîna zêde a berfê rêyên 26 gundewaran hatine girtin.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Bajarî, Şeyhmûs Yenturî diyar kiriye ku rewşa hewayê bandoreke neyênî li ser jiyana rojane dike û çûnûhatin bi zehmetî pêk tê.
Yenturî destnîşan kiriye ku ji bo rê vebin ekîp xebatên xwe dewam dikin û çav li rê ye ku îro rêyên wan gundewaran vebin. (TP/FD)