Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kir ku li 37 gund û gundikên navçeya Licê û Hênê biryara qedexeyê ya derketina derve hatiye ragihandin.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî diyar kiriye ku biryar îro ji saet 08.00ê dest pê dike. Li gorî heman daxuyaniyê dema qedandina biryara qedexeyê ne diyar e.
Biryara qedexeyê di çarçoveya Yasaya Birêvebirinê ya Bajaran a hejmar 5442yê hatiye standin.
Gund û gundikên ku biryar ji bo wan hatiye standin ev in:
Navçeya Hênê: Gundê Kaledibi, Akçayurt, Topçular, Y. Turalı, Kalaba, Uzunlar û Serenköyê; gundikê Başakli, Güzelce, Taşburun, Karapilyari, Mezartarlası, Sıraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A. Turalı, Gürbulakê.
Navçeya Licê: Gundê Şenlik, Birlik, Abalı, Erginköy, Tuzlaköy, Çeper, Daralan û Duruköy; gundikê Elmadere, Ağılçık, Akçapınar, Ayaz, Şakan, Boyluca, dahlık, Alikahya, Hacımusabey û Kutlamışê. (AS/FD)