Biryarên Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) yên derbarê Hilbijartina Giştî ya Herêmî ya ku dê di 31ê Adara 2024an de bê kirin di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Di çarçoveya biryarê de Serokatiya YSKê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de li hin bajaran saetên dengdanê guhert.
Li gorî nirxandinên têkildarî saetên derketin û rojavabûnê saetên destpêk û bidawîbûna dengdayînê li van bajaran weke 07.00-16.00 hat guhertin:
Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Trabzon, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê.
Li bajarên din saetên destpêk û bidawîbûna dengdanê weke 08.00-17.00 hatin diyarkirin.(AS/AY)