Fotograf: Ayça Soylemez / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxwe li dijî belavbûna koronavirusê ango Covid-19ê biryara bergiriyên nû standiye.
Li gorî vê biryarê li 30 bajarên mezin û Zonguldakê, heta 48 saetan derketina derve hatiye qedexekirin.
Biryar îşev saet di 00.00ê de wê destpê bike û heta 12ê Nîsanê roja yekşemê saet 00.00ê berdewam bike.
Biryara qedexeyê wê ji bo van bajaran be:
Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denizli, Amed, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zongûldak. (EKN/FD)