Vê sibê polîsan li Stenbol, Amed, Edene, Dîlok û çendîn bajarên din bi ser gelek malan de girtin.
Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes desteser kirin.
Li gorî zanyariyan, Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsînek daye destpêkirin.
Ajansa Mezopotamyayê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku ji ber vê lêpirsînê, polîsan li 28 bajaran bi ser gelek malan de girtine. Di encamê de jî heta niha 125 kes hatine desteserkirin.
Di nava desteserkiriyan de çalakvanên Nobeta Edaletê, endamên Komeleya Dema Jina, Endamên Meclîsa Jina ên Partiya Wekhev û Demokratîk a Gelan (DEM), çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hene.
Wezîr Yerlîkayayî jî daxuyaniyek weşand
Wezîrê Kar û Barên Hundir Alî Yerlîkayayî jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û got, “kesên hatine diyarkirin ku alîkariya rêxistinê kirine, “kesên di nava rêxistina ciwanan û kesên di nava rêxistina jinan a rêxistinê de cih girtine”, “kesên li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine”, “kesên diyar bûne k udi demên berê de fotograf bi endamên rêxistinê re girtine,” hatine desteserkirin.
(TY/FD)