Walîtiya Amedê îro li ser rûpela xwe ya fermî daxuyand ku li 25 gundên girêdayê navçeyên Amedê derketina derve hatiye qedexekirin.
Di wê daxuyanîyê de hat diyarkirin ku qedexe ji saet 05:00an şûnde dest pê kiriye. Li gorî wê biryarê gund û herêmên lê qedexe hatiye îlankirin wiha ne:
*Li navçeyê Hênê gundên Yukariturali, Akçayurrt, Kaledibi û Damlatepe.
*Li navçeya Liceyê gundên Oyuklu, Kutlu, Tureli, Şenlik, Birlimk, Erginkoy û Elmadere.
*Li navçeya Farqînê gundên Dagcilar, Dolaplidere, Ucbasamak, Çaldere, Keklikdere, Gorentepe û Bayirduzu.
*Li navçeya Hezroyê gundên Ulgen, Mutluca.
*Li navçeya Pasûrê Taşkopru, Termen, Bakirkoy û Demirli.
Derbarê wextê dawîkirina biryara qedexeyê de tu agahî nehat dayîn.
Walîtiyê di wê daxuyaniyê de destnîşan kir ku li gelek herêm û gundên navçeyên Hênê, Lice û Farqînê jî wê operasyon were lidarxistin.
Tê zanîn sererkaniya tirk jî daxuyandibû ku wan di 18ê Hezîranê de bejahiya Liceyê bi balafirên şer ve bombe kirine û di encamê de 5 şervanên PKKê canên xwe ji dest dane.
(AS/YO)