Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / inglîzî bitikîne
Lijneyên Tenduristiya Gelî ango Hizfissihayê ji bo tedbîrên li pêşiya belavbûna koronavirusê ango Covid-19ê, li 25 bajaran biryar girtine ku bêyî bikaranîna maskeyê derketina derve wê qedexe be.
Lijneyê ev biryar li gorî pêvajoya “jiyana civakî a bi kontrol” dane ku Wezareta Tenduristiyê ev pêvajo dabû destpêkirin. Di nava van 25 bajaran de 10 bajarên mezin hene ku ew jî ev in: Aydın, Balıkesir, Denizli, Eskişehir, Mereş, Kocaeli, Konya, Mugla, Sakarya û Riha.
Her weha 15 bajarên din jî ev in: Semsûr, Afyonkarahisar, Amasya, Bolu, Bartın, Burdur, Duzce, Isparta, Gumuşhane, Karabuk, Kastamonu, Kırklareli, Rize, Sêrt û Uşak.
Li hin tax û sikakên 13 bajaran jî biryar hatiye dayîn ku bêyî maskeyê derketina derve were qedexekirin.
Ew bajar û cihên ku qedexe li ser wan hatina danîn ev in:
Îzmîr, Dîlok, Giresun, Karaman, Kayseri, Ordu, Trabzon, Dêrsim, Wan, Kirikkale û Manîsa.
Li Tetwanê, navçeya Bedlîsê û li Bozcaada û Gokçeada navçeyên Çanakkaleyê jî bê maske derketina derve hatiye qedexekirin. (TP/FD)