Di saetên sibeha îro de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirinan diyar nîne û hat destnîşankirin ku dibe hejmara desteserkiriyan zêde bibe.
Şirnex
Polîsan di saetên serê sibê de li navçeyên Silopiya û Hezexê jî bi ser malan de girtin û gelek kes desteserkirin.
Polîsan li taxên Turgut Ozal û Atakentê yên navçeya Hezexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Medîne Oguz û Faîk Genç hatin desteserkirin. Kesên desteserkirî birin Rêvebiriya Emniyetê ya Hezexê.
Hate diyarkirin ku li navçeya Silopiyayê jî bi serdegirtina malan de gelek kes hatine desteserkirin û dibe ku li gelemperiya bajêr hejmara desteserkiriyan zêde bibe.
Wan
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de li Taxa Koyîçî ya Wanê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navên Savaş Komî, Ferhat Takman û Ramazan Kamaç hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirinan diyar nîne û welatî birin Şaxa TEMa Rêvebiriya Polîsan a Wanê.
Amed
Li navçeya Rezanê Bêrîvan Nêrgîz, endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Peyam Kûtlû, Eyup Hekîmoglû, Hêja Jiyan Arikboga, Yûsûf Yokûş, Yûsûf Taşçar, Ogûzcan Yilmaz, li Farqînê Kerem Mengîl, li Licê Tekîn Sonsûz, Mazlûm Karabenk, Diyar Gulen û Yakûp Tûran di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin.
Diyar bûye ku 12 kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Polîsan a Amedê. Herweha li Amedê derbarê 36 kesan de biryara girtin û desteserkirinê heye.
Êlih
Li Êlihê jî di serdegirtinên malan de Halîl Yildirim, Adnan Vûral, Hamza Karaman, Kadîr Nebîoglû, Samet Aravî û Diyar Yarma hatin desteserkirin.
Her weha li bajêr derbarê 8 kesan de biryara desteserkirinê heye.
Daxuyaniya wezîr Yerlîkaya
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya Xê ragihand ku li 22 bajaran operasyon pêk hatiye. Di encama operasyonan de 179 kes hatine desteserkirin.
(AY)