Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh û li sê yan jî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Berdevkê Hewldana 78an Celalettîn Can, endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de derheqê 38 kesan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin.
Danişîna dozê li 28emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Hinek kesên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn.
Dozger xwest ku 35 kes ji ber îdiaya “endamtiya rêxstinê” û “propagandaya bên cezakirin û ji bo 3 kesan jî biryara beraetê were dayin. Kesên tên darizandin û parêzerên wan jî îfadeyên xwe yên berê ku digotin dosya bi saîkên siyasî hatiye vekirin, hewld didin partiya siyasî krîmînalîze bikin dubare kirin û daxwaza beraeta xwe kirin.
Her weha parêzera Çîgdem Kiliçgun Uçarê, Meral Hanbayatê diyar kir ku miwekîla wê parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê ye, parêzbendiya wê bi bîr xist û xwest darizandina wê were sekinandin.
Dadgehê biryar da ku darizandina Çîgdem Kiliçgun Uçar bê sekinandin. Dadgehê, Can û endama MYKa DEM Partiyê Elîf Bulut jî di nav de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da 21 kesan.
Her weha dadgehê, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî di nav de li 3 kesan jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî û ji bo 13 kesan jî biryara beraetê da.