Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bekîr Pakdemîrlî, Wezîrê Çandinî û Daristanan diyar kiriye ku di 28 û 29ê Tîrmehê de li 21 bajaran agir li 63 cihan bi daristanan ketiye û 43 ji wan di bin kontrolê de ne lê xebatên vemirandina li 20 cihan dewam dike.
Li gorî tabloya ku Pakdemîrliyî weşandiye cihên ku şewat lê heye ev in:
Edene: Agir li 20 cihan bi daristanan ketiye. Şewata li 6 deveran dewam dike.
Osmaniye: Agir li 4 cihan bi daristanan ketiye. Şewata li 2 deveran dewam dike.
Antalya: Agir li 10 cihan bi daristanan ketiye. Şewata li 4 deveran dewam dike.
Mersîn: Agir li 7 cihan bi daristanan ketiye. Şewata li 4 deveran dewam dike.
Mûgla: Agir li 4 cihan bi daristanan ketiye. Şewata li 3 deveran dewam dike.
Kayserî: Agirê ku li herêma Yahyaliyê bi daristanê ketiye dewam dike.
Bajarên ku agir lê hatiye kontrolkirin ev in:
- Manîsa, Soma
- Kutahya, Emet
- Balikesîr navend
- Mereş navend
- Kocaelî naved û yên li du deverên Derînceyê
- Kastamonû, Taşkopru
- Sakarya
- Stenbol
- Hatay, Îskenderûn
- Bûrsa, Keleş
- Îzmîr, Odemîş
- Amed, Pîran
- Karaman navend
Li Antalyayê ji bilî şewata li navçeyên Manavgat û Aksekiyê, duh bi şev li navçeyên Alanya û Gazîpaşayê jî agir bi li hin daristanan derketiye.
Ya li Taxa Yenîkoyê ya Konakliya Alanyayê beşek jê hatiye vemirandin lê ya li Taxa Kuçuklu û Înceizê ya Gazîpaşayê hê dewam dike.
Di vê navberê de Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ji bilî daxuyaniyên rayedarên fermî, bila ti kes baweriyê bi daxuyanî û gotinên din ên derbarê şewata li daristanan derketiye neke, Heke berovajî vê tişt biqewimin wê ceza li wan kesan bê birîn. (TP/FD)